Uncategorized

Remo û Bizina çilek

Remo şivanê salan bû, di nava kerî yê pez de kîjan ajal çawa ye zani bû. Peza nexweş, kulek an topal wek zarokên virnî lê dibû xwedî. Alîkarê Remo jî kûçikê wî Gurzo bû, Gurzo gelek car kerî ji gura parast û bi gura re kete şer. Şevê wexta pez dikete mexel Remo bê tirs radiza lewra Gurzo hebû. Jîyana Remo bi şivantî yê derbas bû. Tu kesekî ne bihîst ku Remo rojekî ji karê xwe gilî û gazinç bike. Pez ji bo Remo her tişt bû, carna nexweş bi keta neçûya ber pez bêhna wî yekcar teng dibû, ewqas ji karê xwe memnûn bû.

Di nav kerîyê pez de bizineke nebixêr, nesitirî, ziyankar û çilek hebû, wexta kerî nêzî zevîyekî biçûya bizina ziyankar Kolê berê xwe dida zevîyê zerar didayê. Nêzî bostênekî derbasbûya direvî di kete nav bostên. Ji ber wî Remoyê feqîr ji destê Kolê pir di kişand. Car hebûn xwedîyê zevîyan an yên bostênan ji rûyê Kolê de ji Remoyê belengaz re didan çêra. Remo di got “ êê bavo ez çi bikim bizina kol bi xebera min nake, ji bo zîyanê di reqise di dawîyê de jî yê çêra dixwe ez im. Ka ez çawa bikim Xwedê teala yan rihê Kolê bistîne yan jî yê min ku ez ji vê belayê xilasbim.” Remo ji hêrsa çoyê destê xwe weke tîrê di avête Kolê, lê ne xema Kolê bû gava ku zevîyek bi dîta cardin serê xwe hildida boçika xwe tîk dikir ber ve zevîyê diçû.
Remo hindî ji destê Kolê kişandibû heyfa xwe bi şîrê Kolê hildida. Dema nîvroj Kolê di dot şîrê Kolê dikir tasê û tas dikire nav ava kanîyê ku bi cemide. Paşê bi nan û şîrê cemidî zikê xwe têr dikir. Her çiqwas di navbera Remo û Kolê de pêvçûn kêm neba jî, hezkirinek wuha jî hebû. Wexta Remo guhanê Kolê didot digotê “ nebixêrê hindî malê heram xwarî ye binêr guhan tije şîr e.” Remo him li Kolê hêrs dibû him jî jê hez dikir. Şevê pez di gûherê de dikete mexel, Remo mîhek bi pezbendê bi xwe ve girê dida ku gur ket nav kerî Remo şîyar bike.
Rojekî Remo berê pez da pala çîyê û xwe dirêj kir hinek bêhna xwe bide. Jê re çîyayê Şehîdê Sor digotin, şax û newal bû û tê de şaxurên bilind hebûn. Tam li ser qeraxê şaxurê darekî çilo hebû, bizina Kolê bi darê ve hilpas bû(hilkişîya) û devê xwe avête pelên darê xwar. Kolê tewşa xwe windakir û ji darê de ket. Kolê gindirî ji şaxur de bê keys kete xwarê, pişt û stû şikest di nav êşê de çû binê şaxur mir. Ev ji bo teyrên berate şahî bû. Teyrên berate baskê xwe vekirin bi lez xwe gîhandin ser meytê Kolê û bi nikilan dest bi xwarina laşê Kolê kirin.
Germahîya tavê dabû Remo, di xew de çûbû, hinek xewnên tevlihev, ne baş dît. Nişka ve rabû ber bi kerî revî, sehêt kir(kontrol) kerî di çêrîya tu rewşeke xerab tunebû. Remo kêfxweş bû ku tiştekî xerab nehatîbû serê pez. Lê belê kaste kasta seg Gurzo bû, Remo tu wate neda vê kastîna kûçik. Kerîyê pez berhev kir û berê kerî da gund ji bo bêrîyê.
Bêrîvana satilên xwe hildan ber bi bêrîyê hatin, nêzî gund bû bêrî. Jina dest avêtin dotina pezan, Gozê pezê xwe dot lê bizina Kolê nedît ku bi doşe. Bêrîvan dest vala nediçûn bêrîyê ji Remo re xwarin biribûn. Remo xwarina xwe dixwar bi dengê Gozê dev ji xwarinê berda, Gozê got “ Remo ka bizina me ya kol ? Min li nava bêrîyê mêze kir windaye tune ! ” Remo got “ Heqet tune Kolê ? Ez texmîn dikim ew bizina çilek dîsa di zevîyêkî de ma. Ez pez bi rêkim lê binêrim hela li kûderê ma !” Remo bi qisawet bi teşqele piştî bêrîyê pez rakir û ji alîkî ve jî li Kolê gerîya.

Remo li cîyê hêvî dikir mêze kir lê Kolê nedît, ber bi şaxur çû.Di jora şaxur de li jêrê mêze kir wayê teyrên berate li ser cendekekî kom bûne. Berjêr bû çû ba cendek bala xwe dayê cendekê Kolê ye. Remo hinekî serê xwe êşand ‘çawa hatîye vir’ fêm kir ku Kolê bûye qurbana zikê xwe yê çilek. Remo guhê Kolê yê şeqil kirî bi kêrê jê kir ku ravê xwedîyê wî bike, kir bêrîka xwe û bi xemgînî ji ser cendekê Kolê çû.

Ji çilekîyê re sînor tune, mirov be jî ajal be jî bi çilekîya xwe dibe sedemê kujtina xwe ! Belê jîyan bê xwarin nabe lê divê herkesek hedê xwe, sînorê xwarina xwe bi nase û bi zanibe …

Standard